TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Ugandayê şerê şempanzeyan: 24 mirî

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 10 nîsan 2026 15:12
Li Ugandaya Afrîkayê di navbera du komên şempanzeyan de 'şerê navxweyî' derket. Herî kêm 24 şempanze hatin kuştin û tê amajekirin şerê şempanzeyan hê jî berdewam dike.

RûpelNews - Şerê şempanzeyan di navbera 200 heban de dest pê kir ku berê ji zêdeyî 20 salan  e li nav xwe bi xweşî û aramî dijiyan. Lê paşê ji ber rûdana hevrikiya xwarin û û ji ber nakokiyan şempanzeyên dost pev çûn. Li gorî lêkolîneke ku di kovara Science de hatiye weşandin, pevçûna navxweyî ya komê tenê sê salan dom kir.

John Mitani, primatologek li Zanîngeha Michiganê, got: "Demeke dirêj e em dizanin ku şempanze êrîşî endamên komên cîran dikin û wan dikujin. Lê em niha dibînin ku ew dikarin vê yekê li hember heval û hevalbendên xwe yên berê jî bikin."

Di sala 2015an de, kom bû du beş

Gruba şempanzeyan ewilî ji hev qetiyan paşê bûn du beş.

Mirina hin şempanzeyên nêr ên ku yekîtiya nav komê xurt kiribûn, bû sedema têkçûna yekîtiya komê. Di heman serdemê de, nêrekî alfa yê nû derket holê.

Li gorî lêkolîneran, guherînên di serokatiyê de û zêdebûna hevrikî, reqabetê bû sedema rakeşiyeke nû. Her ku tundûtûjî zêde dibû, her du kom paşde vekişiyan û diçûn beşên cuda yên parkê.

Êdî ti têkiliyên civakî di navbera her du koman de nemabûn. Herêmên ku berê dihatin parvekirin, bûn xeta sînordarkirinê.

Bi vî awayî şer dest pê kir û di şer de ku di sala 2021an de dest pê kir her sal şempanzeyeke biçûk hat kuştin. Li gor lêkolînan heta niha herî kêm 24 şempanze jiyana xwe ji dest dan. Lê tê gotin hejmara rasteqîn ji vê zêdetir bibe. Tê amajekirin şerê şempanzeyan hêj dewam dike.

Parve bike: