TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Tûnisê 2 terorîstên DAISê yên tirsnak hatin desteserkirin

📅 08 rêbendan 2021 19:41

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li welatê Tûnisê, di encama operasyoneke têkoşîna li dijî terorê de, 2 çekdarên DAIŞê yên tirsnak hatine girtin.

Hêzên Ewlehiya Tunisê ragihandiye ku bi hevkariya Yekîneyên Antî-Terorê, li dijî şaneyên çekdarên DAIŞê operasyonek hatiye encamdan.

Hat diyarkirin ku di encama operasyonê de, 2 çekdarên DAIŞê yên destê wan di hemû kirinên terorî yên ji sala 2015an heta niha de hebûn hatine desteserkirin.

Hat eşkerekirin ku navên herdu terorîstên hatine girtin; Hemza El-Newalî û Mihemed El-Ebdûlî ne ku wekî terorîstên tirsnak ên DAIŞê lêgerîn li ser wan hebû.

Parve bike: