TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Li Tirkiyeyê cara yekem e li vî bajarî şaredarek ji CHPê nema

📅 04 tebax 2026 12:38
Piştî biryara "betaliya mutlaq" a dadgehê ya li ser CHPê şikestineke din bo vê partiyê derken holê. Di encama krîza serokatiyê de, hemû şaredarên CHPê yên li bajarê Edîrneyê ji partiyê veqetiyan. Bi vî awayî ev cara yekem e ku li bajêr êdî tu şaredarên CHPê nemane.

RûpelNews - Bandorên encama biryara dadgehê ya li ser kongreya CHPê 'bi temamî betal û pûç' ragihandibû, li ser şaredariyan berdewam in.

Yek ji tesîra biryarê ya li ser rêvebiriyên herêmî li Edirneyê rû da.

Hemû şaredarên CHPê yên li navenda bajarê Edirneyê û navçeyên wê ji partiyê veqetiyan.

Di dîroka Tirkiyeyê de ev cara yekem e ku li bajêr tu şaredarên ji CHPê nemane.

Şaredara Edirneyê Filiz Gencan, Şaredarê Havsayê Huseyin Ozden û Şaredarê Uzunkopruyê Ediz Martin ragihandin ku ew tevlî Partiya YENÎ ya ku bi serokatiya Ozgur Ozel hate avakirin bûne. Li bajêr 3 şaredarên din ên ji CHP îstîfa kirin ragihandin ku weke serbixwe dê berdewam bikin.

Serokê Partiya YENÎ (Partiya NÛ) Ozgur Ozel berê ragihandibû ku ji zêdeyî 200 şaredaran dê beşdarî Partiya YENÎ bibin.

Parve bike: