TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Li Tirkiyeyê 8 navçeyên Kurdan dikare bibe bajar

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 02 hezîran 2026 13:12
Li Tirkiyeyê tê payîn hin navçe bibin bajar anku bibin wilayet. Ji bo ku navçeyekê bibe bajar pêwîst e xwedî hin taybetmendiyan be û 8 navçeyên Kurdan ku van krîteran bi cîh anîne ku bibin bajar.

RûpelNews -  Li Tirkiyeyê ji bo ku navçeyekê bibe bajar divê herî kêm nifûsa wê 100 hezar bibe, ji navenda bajêr 30 kîlometre dûr bibe.

Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê lîsteya ku navçeyên divê bibe bajar ragihand. Li gor vê lîsteyê 8 navçeyên Kurd hene ku bibe bajar. Ev 8 navçe û nifûsa wan wiha ye:

Sêwreg (Riha): Nifus 277 hezar û 399

Erdîş (Wan): Nifus 170 hezar û 209

Cizîr (Şirnex): Nifus 166 hezar û 290

Erxanî (Amed): Nifus 141 hezar û 098

Kolik (Semsûr): Nifus 136 hezar û 769

 

Elbîstan (Meraş): Nifus 132 hezar û 036

Mîdyad (Mêrdîn): Nifus 125 hezar û 791

Gever (Colemêrg): Nifus 121 hezar û 314

Parve bike: