Jiyan
Li Tekîrdagê qeza: 2 mirî, 3 birîndar
Li navçeya Hayrabolu ya Tekirdagê, di encama lihevketina wesayîteke bazirganî ya sivik û kamyonekê de, du kesan jiyana xwe ji dest da û sê kes jî birîndar bûn.
RûpelNews - Kamyoneke ku ajokarê wê H.G. bû û wesayîteke bazirganî ya sivik a bi ajokariya B.C., li Xala Derbasbûnê ya Hayrabolu ya li Taxa Hisarê li hev dan.
Di qezayê de, ajokarê wesayîta bazirganî ya sivik û rêwiyên bi navên F.K., E.K., V.K. û Ü.K. birîndar bûn.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Piştî destwerdana tîmên Tenduristiya Lezgîn a 112an, birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hayraboluyê.
Du ji birîndaran, Ü.K. û V.K., tevî destwerdana bijîşkî ya li nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest dan.
Ajokarê kamyonê H.G. hat desteserkirin.