TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Li Sûriyê di şeş mehan de 1110 sivîl hatine kuştin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 27 hezîran 2026 14:56
Ji destpêka vê sala 2026an ve, bi sedan sivîl li bûne qurbaniyên karên tundiyê, binpêkirinên ewlehî û şerûpevçûnan li deverên cuda yên Sûriyê, û hejmareke mezin ji wan jin û zarok in.

RûpelNews - Li gorî raporteke Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan, ji destpêka salê ve û ta niha, wate di 6 mehan de 1793 kes hatine kuştin, ji wê hejmarê 1110 sivîl in û 683 ne sivîl in ku rêjeya kuştiyên sivîl dighêje 62 ji sedî.

Agahiyên di raportê de wisa ne:

-Di mehên Çile û Sibatê de 400 sivîl bûne qurbaniyên rundûtûjiyê, binpêkirinên ewlehî û şerûpevçûnan. Ji wê hejmarê 33 jin in û 39 zarok in.

-Di mehên Adar û Nîsanê de 356 sivîl bûne qurbanî, ji wê hejmarê 16 jin in û 55 zarok in.

-Di mehên Gulan û Hezîranê de jî 354 sivîl bûne qurbanî li deverên cuda yên Sûriyê, ji wê hejmarê 24 jin in û 56 zarok in.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan û rêxistinên mafnasî hişyariyê ji vê yekê didin û banga rawestandina tevaya tundûtûjiyê û parastina sivîlan dikin.

Parve bike: