TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Siwêda bi dronan otomobîlek hate bombekirin: 2 birîndar

📅 09 mijdar 2025 14:30

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li bajarê Siwêda ya Sûriyê bi dronan otomobîlek hate armanckirin.

Li gorî zanyariyan, bûyer li nêzî girtîgeha medenî ya li bajar rû daye û bi dronekê erebeyek hatiye bombebarankirin.

Hate diyarkirin ku di bombebaranê de 2 kes birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Parve bike: