TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Singalê goreke din a komî ya jenosîda êzidiyan hat dîtin

📅 29 îlon 2019 20:25

PeyamaKurd - Li gundê Girêzerik ê ser bi nehiyeya Gir Izêr a Şingalê, goreke din a komî di nav hewşekê de hat dîtin.

Endamê Civata bajaroka Şingalê Xeyrî Zîban ji Basnewsê re ragihandiye ku ew gora komî di nav hewşa malekê de hatiye dîtin.

Li gor zanyariyan hejmara kesên nav gora komî de hîn eşkere nebûye, lê wê tîmeke vekirina gorên komî biçe cîhê wê gorê û hemû zanyariyên heyî dê li ser gora komî eşkere bike ku di paşerojê de kar li ser vekirina wê bê kirin.’

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî jenosîda êzidiyan ya bi destê DAIŞê li Şingalê hatiye kirin heta 80 gorên komî hatine dîtin ku 16 gorên komî yên li gundê Koço hatine vekirin û termê 235 kesan ji nav wan gorên komî hatine derxistin.

Parve bike: