TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Li Silêmaniyê Peykerê Keziyê tê avakirin

📅 28 rêbendan 2026 13:36
Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir ragihand ku ew dê demeke nêzîk de li bajarê Silêmaniyê monûmenteke (peykerê bîrdarî) mezin di bin navê "Kezî" de were avakirin.

EuronuNews- Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir, îro 28ê Çileyê da xuyakirin, wekî parêzgeha Silêmaniyê ew bi hemû awayî piştgiriya pêşniyar û destpêşxeriya hunermend Dilşad Behadîn dikin. Armanca vê projeyê, avakirina bîrdariyeke bi navê "Monûmenta Kezî, Monûmenta Şikoyê" ye ku nîşana roja yekbûna neteweyî û serkeftina Kurdistanê dide.

Parêzgarê Silêmaniyê bal kişand ser bicihkirina projeyê û got: "Ev monûment dê li navenda bajarê Silêmaniyê were bilindkirin. Di demeke nêzîk de, piştî şêwira bi Serokatiya Şaredariyê, Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunera Silêmaniyê û bi beşdariya pisporan, em ê dest bi pêngavên kiryarî bikin."

Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê çekdarekî girêdayî hêzên Şamê, Keziya şervaneke Kurd a hatibû şehîdkirin, diyarî hevalên xwe kiribû û dîmena wê jî belav kiribû. Piştî vê kiryara qirêj, li Kurdistanê û hemû Cîhanê kampanyaya hûnandina keziyan dest pê kir û wekî ‘Keziyê Rûmetê’ deng veda.

Navlêkirina vê monûmentê wekî "Kezî" jî berteka li hemberî êrîşên li ser rûmeta jin û gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê nîşan dide û wekî peyamekê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê tê pênasekirin ku Silêmanî jî mîna Hewlêrê (ku heman navî li çarerêyekê dike) xwedî li sembolên neteweyî derdikeve.

Parve bike: