TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Serêkaniyê cebilxane teqiya: 7 mirî, 2 birîndar

📅 22 adar 2021 15:14

PeyamaKurd - Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve hatiye dagirkirin, îro 22yê Adarê teqînek çêbû.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku teqîn li maleke nêzîkî qereqola polîsan rû daye ku bi teqîna bombeyekê re cebilxane jî teqiyaye.

Li gorî SOHRê 4 ji wan zarok 7 kes di encama teqînê de mirine û 2 kes jî birîndar bûne.

Parve bike: