Jiyan
Li ser rêya Mûş-Çewligê otomobîlek wergeriya
Di encama windakirina kontrolê û wergerîna otomobîlekê de li ser rêya sereke ya Mûş-Çewligê, sê kes birîndar bûn.
RûpelNews - Bûyer li nêzîkî Pira Muratê ya li ser rêya Mûş-Çewligê qewimî. Otomobîla ku ajokarê wê hêj nehatiye naskirin, dema diçû kontrola xwe winda kir û wergeriya.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, agirkujiyê û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Agirkujan kesên birîndar ên di nav otomobîlê de asê mabûn derxistin û radestî tîmên tenduristiyê kirin.
Birîndar, piştî destwerdana ewil a li cihê bûyerê, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya birîndaran baş e û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.