TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Rûsyayê balafir ket xwarê

📅 07 sibat 2025 12:04

PeyamaKurd – Li herêma Moskowayê ya Rûsyayê di encama ketina balafira bi motora sivik de 2 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Lezgîn a Rûsyayê, balafira bi motora sivik li nêzî Balafirgeha Myachkovo ya herêma Moskovayê di dema perwerdeyê de ketiye xwarê.

Di qezaya ku hêj sedema wê nehat zanîn de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Li cihê bûyerê xisar çênebû, ekîbên lêgerîn û xilaskirinê xebatên xwe didomînin.

 
 
Parve bike: