TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Rojavayê Kurdistanê 52 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

📅 01 cotmeh 2020 12:02

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, 52 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 2 kesan jî bi wê vîrûsê can dan.

Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 3 kesan ji ber vîrûsa Koronayê can dane, 1 kes li Hesekê, kesek li Qamişlo û 1 kes li Tirbesipiyê.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 52 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine. 17 kes li Hesekê, 16 kes li Dêrikê, 5 kes li Qamişlo, 5 kes li Girkê Legê, 3 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Til Koçer û 6 kes li Rimêlan û 3 kes li Reqayê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine, gihîşt 1670 kesan, ji wan 67 kesan jî can dane.

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, bi başbûna 8 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 437 kesan.

 

Parve bike: