Li Rojavayê Kurdistanê 47 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 47 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
Li gor Rêveberiya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 47 kes li Rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketine. 22 kes ji wan kesên ku pê ketine, jin in û yên din jî zilam in.
Herwiha Rêveberiya Tenduristiyê ya Rojava da zanîn, ji wan kesên ku bi Koronayê ketine, 21 kes li Qamişlo, 3 li Dêrikê, 11 li Hesekê, 1 li Rimêlanê, 1 li Girkê Legê, 4 li Reqayê, 4 li Dêrezorê, 1 li Kobaniyê û 1 jî li Tebqayê ne.
Li gor amarên hatine belavkirin, di nava 24 saetan de 15 nexweşên Koronayê baş bûne.
Li gel amarên dawî, heta niha li deverên bin destê Rêveberiya Rojava, hejmara pêketiyan gihîşt 327 kesan. Ji wê hejmarê jî 17 kesan can dane û 51 kes jî baş bûne.