TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesên din ji koronayê can dan

📅 16 sibat 2021 21:20

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 7 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî can daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku 7 kesên din ên bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine  3 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 3 kes jî li Minbicê ne.

Hat diyarkirin ku 2 kesan jî ji koronayê can daye û 3 kes jî baş bûne.

Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bin vîrûsa koronayê ketine gihîşt 8579 kesan, ya mirinan bû 306 kes û heta niha 1236 nexweş jî baş bûne.

Parve bike: