Cîhan
Li Rojava xizmên ji heman esîrê bi çekên giran ser kirin: 3 kustî, 3 birîndar
PeyamaKurd - Li taxa Neşwa Xerbî ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera xizmên ji erîşa "Bû Miêş" de şer derket û çek hatin bikaranîn.
Hat ragihandin ku xelkê eşîra "Bû Miêş" ên li gundê Til Xelîf ê Çiyayê Kezwan, êrîşî pismanên xwe yên li taxa Neşwa ya bajarê Hesekê kirin.
Di encama şerê ku çekên giran jî hatine bikaranîn de, 3 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn ku du kesên hatine kuştin bira ne.
Çavkaniyên xwecihî dane xuyakirin ku sedema wî şerî nakokiyên li ser zeviyên çandiniyê û sewalan e.
Piştî bûyerê Hêzên Asayîşê yên bajarê Hesekê herdu alî ji hev qetandin û taxa bûyer qewimiye jî dorpêç kirin.