TR KU AR
FB X IG

Li Rojava sûnwarekî serdema Bîzansê hat dîtin

📅 22 sibat 2022 22:02

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê şûnwarek hatiye dîtin ku dîroka wê digihe serdema Bîzansê.

Li gorî ragihandina medya Rojava piştî lêkolînên Komîteya Çandê ya Meclîsa Girê Spî û Gerînendetiya Şûnwaran a Herêma Firatê şûnwarê nû 2 kîlometran li rojhilatê Eyn Îsayê hatiye vedîtin ku di encama lêkolînan de derket holê ew şûnwar ji serdema Bîzansê maye.

Hat diyarkirin ku rêveberiya Rojava pê hatiye agahdarkirin daku hêzên ewlehiyê wî şûnwarî biparêzin.

Hêjayî gotinê ye, piştî derxistina DAIŞê ji herêmê, li gundê Xirbet Hedle yê Eyn Îsayê jî mozaîkên dîrokî hatibûn dîtin.

Parve bike: