Jiyan
Li Rihayê zarokê ku kete kanala avê xeniqî
Li navçeya Xelîlî ya Rihayê zarokek piştî ku kete nav kanala avdanê jiyana xwe ji dest da.
RûpelNews - Mehmet Raşit Atay ê 16 salî, ku ji bo sarbûnê li nêzîkî taxa Esenyayla ya gundewarî ketibû nav kanala avdanê, piştî demek kurt ji çavan winda bû.
Piştî agahdarkirinê, tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Rihayê (ŞUAK), îtfaiyeyê, AFAD, cendirme û tîmên bijîşkî sewqî herêmê hatin kirin.
Cenazeyê Atay bi hewldanên tîmên ŞUAKê yên ku noqbûnek şevê kirin ji avê hate derxistin.
Cenazeyê Atay şandin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.