Li Rihayê qeza: 2 mirî, 13 birîndar
RûpelNews - Li gorî agahiyan, qezaya yekem li taxa Selalmaz a gundewarî li ser rêya Harran-Meydankapiyê qewimî. Otomobîleke ku ji hêla Ahmet Kurtboga yê 35 salî ve dihat ajotin, kontrola xwe winda kir û kete xendekê.
Tîmên tenduristiyê û jendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ahmet Kurtboga li cihê bûyerê jîyana xwe ji dest da. Her wiha pênc kesên din ên di otomobîlê de birîndar bûn.
Zarokek di qezaya duyemîn de mir
Qezaya duyemîn jî li xaçerêya Akşehîrê li ser rêya Ceylanpınar-Akçakaleyê qewimî. Otomobîla ku ji hêla İ.A. ve dihat ajotin, ku ji bo serdana xizmên xwe li navçeya Harranê ji malê derdiket, li xaçerêyê bi otomobîleke ku ji hêla H.B. ve dihat, rû bi rû li hev qelibîn.
Her du wesayît di pevçûnê de xera bûn, û Dünya Buhan a 5 salî li cihê bûyerê mir. Di qezayê de heşt kes jî birîndar bûn.