Jiyan
Li Rihayê di şerê xizman de xwîn rija
Li navçeya Curnê Reş ê Rihayê, gengeşiyeke di navbera xizman de li ser nakokiya erdî gur bû û şer derket. C.O., yê ku di bûyerê de birîndar bûbû, li nexweşxaneya jiyana xwe ji dest da.
RûpelNews - Li navçeya Curnê Reş ê Rihayê, di şerê çekdarî yê di navbera du malbatan de kesekê jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Kelhokê, gengeşiyeke di navbera du malbatan de li ser nakokiyeke erdî veguherî şerê çekdarî.
E.O. û kurê wî B.O. bi çekekê gule li C.O. reşandin.
Piştî agahdariyê, tîmên cendirme û tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
C.O., yê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîd Halît Şiltak a Curnê Reş, nekarî were rizgarkirin.
Tîmên cendirmeyê ji bo girtina gumanbar E.O. û kurê wî B.O. yên ku ji cihê bûyerê reviyane, operasyonek dane destpêkirin. (AA)