Tirkiye
Li Qosera Mêrdînê du malbat ji sedema rê pev çûn: 2 kes mirin
Li Qosera Mêrdînê neferên du malbatan di trafîkê de ji bo ku bi wesayîtên xwe bi pêş de herin pev çûn. Di bûyerê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan, 7 kes birîndar bûn.
RûpelNews - Li navçeya Qosera Mêrdînê du malbat dema bi wesayîtên xwe di rê de diçûn bi sedema bikevin pêşiyê ewilî nîqaş kirin paşê bi kêr, dar û çek li hev xistin, êrîşî hev kirin. Di bûyerê de 9 kes birîndar bûn.
Tîmên tendurustî û asayîşê sewqî cîhê bûyerê hatin kirin. Birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Ji birîndaran 2 kes jiyana xwe ji dest dan, dermankirina 7 kesên din didome.
Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.