TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Li Qeterê di qezayeke helîkopterê de 3 jê tirk heft kesan canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 22 adar 2026 13:22
Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê ragihand ku li Qeterê di encama qezaya helîkoptereke leşkerî û du xebatkarên Aselsanê jî di navde bi giştî heft kesan canê xwe ji dest da. 

RûpelNews -

Hate ragihandin ku helîkoptereke Hêzên Çekdar ên Qeterê, ku di bin fermandariya Hêza Peywirdar a Hevbeş a Qeter-Tirkiyeyê de çalakiyên perwerdehiyê dimeşand, duh êvarê ji ber xeletiyeke teknîkî ket nav deryayê.

Wezaretê ragihand ku piştî operasyona lêgerîn û rizgarkirinê ya ku hatibû destpêkirin, bermahiyên helîkopterê û termên personelên şehîd hatine dîtin.

Wezaretê derbarê bûyerê de ev daxyanî parve kir:

"Çar endamên Hêzên Çekdar ên Qeterê, yek endamê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, û du xebatkarên teknîkê yên ASELSANê yên ku di dema qezayê de di helîkopterê de bûn, jiyana xwe ji dest dane. Sedema teqez a qezayê dê piştî lêpirsîna ku dê ji aliyê rayedarên Qeterê ve were kirin, were diyarkirin. Em ji bo hemû kesên ku di vê qezaya trajîk de jiyana xwe ji dest dane, ji Xwedê rehmê dixwazin, sersaxiyê li malbatên wan dixwazin, û hevxemiya xwe ya herî kûr pêşkêşî Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, Hêzên Çekdar ên Qeterê, ASELSANê, neteweya Tirk û gelê bira yên xwe yên Qeterê dikin."


 

Parve bike: