Cîhan
Li nêzîkî Qesra Spî dengê çekan hat bihîstin
Li Washington, D.C., paytexta Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê ( DYA) li nêzîkî Qesra Spî dengê gulebaranê hat bihîstin. Piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê ji bo demek kurt hatin hişyarkirin.
RûpelNews - Hat ragihandin ku dengê gulebaranê li xaçerêya Kolana Serxwebûnê (Independence Avenue) û Kolana 15emîn (15th Street) hat bihîstin. Heta niha derbarê hûrgiliyên bûyerê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Wekî beşek ji tedbîrên ewlehiyê, hat ragihandin ku rojnamevanên li qada Qesra Spî ji aliyê hêza taybet ya DYAyê ve birin jûreke agahdarkirinê. Paşê hat ragihandin ku piştî ku ti gef nehat dîtin, hişyarî hate rakirin.
Hin dîmenên bûyerê ji aliyê nûçegihanên li herêmê ve li ser medyaya civakî hatin parvekirin.