TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Newsûd û Bane du kolberên Kurd di êrîsa pasdaran de brîndar bûn

📅 17 cotmeh 2021 16:11

PeyamaKurd - Pasdarên Îranê li ser sînorê Newsûd û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber birîndar kirin.

Kolberê ku li Newsûdê birîndar bûye navê wî nehatiye zanîn.

Herwiha li ser sînorê Bane jî hêzên Îranê komeke din a kolberan gulebaran kir û kolberê bi navê Serkewt Mîrzayî birîndar bû.

Li gorî zanyariyan Serkewt beriya niha bi çend mehan jî careke din ji aliyê pasdaran ve hatibû birîndarkirin.

Parve bike: