TR KU AR
FB X IG
Tenduristî

Li New Yorkê pîrozbahiya xatirxwestina vîrusa  koronayê hat kirin

📅 16 hezîran 2021 21:01

PeyamaKurd – Bi sedema ku tedbîrên dijî vîrusa koronayê Covid-19 piştî demeke dirêj ji sedî 70  hatin sistkirin, li New York a Amerîkayê pîrozbahiyên xatirxwestina koronayê hatin lidarxistin.

Parêzgarê New Yorkê Andrew Cuomo, sîstkirin ango rakirina piraniya tedbîr û rêkarên koronayê ragihand.

Piştî ragihandina parêzgar, niştecihên New Yorkê derketin qad û kolanan û ev rewşa nû ya asayîbûna piştî koronayê fîşekên hewayî pîroz kirin.

Di pîrozbahiyan de asmanê New Yorkê ji bo xatirê karmend û xebatkarên tenduristiyê dema şevê hat ronîkirin.

Parve bike: