TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Nepalê barana mûsonê: 62 kes mirin!

📅 08 tîrmeh 2024 11:36

PeyamaKurd – Li Nepalê di karesat û qezayên ji ber barana mûsonê ya bi bandor a li seranserê welêt pêk hat de 62 kesan jiyana xwe ji dest dan û 90 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Asian News International (ANI), barana zêde ya mûsonê bandoreke neyînî li jiyana li seranserê welêt kiriye.

Di karesat û qezayên ji ber barana mûsonê de li parêzgeha Gandakî 62 kes mirin û 90 kes jî birîndar bûn.

Li Tadapaxa navçeya Parbatê ji ber şimitîna axê 2 xanî hilweşiyan û heywan telef bûn.

Li Dolaxa û Gorxayê di lehiyê de 9 xanî, 8 otêl û 2 pire hilweşiyan.

 
Parve bike: