TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li navçeya Rewandûz a Hewlêrê jineke 25 salî bi vîrusa korona ket

📅 01 gulan 2020 17:13

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di encama pişkinînan de, li nava sînorên parêzgeha Hewlêrê tûşbûyeke din a nexweşiya Covid-19 hatiye tomarkirin.

Wezareta Tendusristîyê ragihand ku hemwelatîyeke qezaya Rewandûz a Hewlêrê, tûşî koronayê bûye.

Hat diyarkirin ku kesa tûşbûyî jineke temen 25 salî ye û rûniştvana gundê Kawlokan e ser bi qezaya Rewandûzê û hevjîna tûşbûyekê berê ye.

Parve bike: