Kurdistan
Li navçeya Qurêderyê ya Dîlokê erdhej
Li navçeya Qurêderyê ya Dîlokê bi mezinahiya 4,5 erdhej çêbû. Piştî erdhejê, ku li Kilis, Mereş, Osmaniye û Hatayê jî hat hestpêkirin, AFADê ragihand ku li gorî nirxandinên destpêkê ti bandorên neyînî nehatine ragihandin û lêkolînên li qadê berdewam dikin.
RûpelNews - Di derengê şevê de li navçeya Qurêderê ya Dîlokê erdhejeke bi mezinahiya 4,5 pileyî çêbû.
Li gorî daneyên AFADê, erdhej di saet 03.42an de hat tomarkirin. Hejîna erdê, ku di kûrahiya 7.44 kîlometreyî de pêk hat, ne tenê li Dîlokê lê herwiha li Kilis, Mereş, Osmaniye û Hatayê jî hat hestpêkirin.
AFAD: Ti rewşeke neyînî nehatiye ragihandin
AFADê ragihand ku tîman piştî erdhejê dest bi operasyonên lêkolîna meydanî kirine.
Di daxuyaniyeke ku ji aliyê ajansê ve hat weşandin de, hat gotin: "Heta niha, ti rewşeke neyînî nehatiye ragihandin. Operasyonên lêkolîna meydanî berdewam dikin."
AFADê destnîşan kir ku geşedanên li herêmê tên şopandin.