TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li navça Çorlu di qeza otobusê de 9 kes birîndar bûn

📅 29 mijdar 2025 23:01

PeyamaKurd – Li bajarê Tekirdağê li navça Çorluyê otobusa rêwiyan û ya xelkê li hev ketin û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Qeza li dora seet 21.00an de çêbû. Li ser gilîkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê qezayê. 5 birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Çorluyê û birîndarên din birin nexweşxanên taybet yên bajêr.

Parve bike: