TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Mugla ya Tirkiyê Helîkoptera Ambulans li hewsa nexwesxanê ket: 4 mirî

📅 22 berfanbar 2024 11:03

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro danê sibehê, helîkoptereke ambulans a bijîşk jî tê de bûn, dema ji nav hewşa Nexweşxaneya Mugla ya Lêkolînê rabû, li dîwarê nexweşxaneyê da û kete xwarê.

Parêzgarê Muglayê İdris Akbiyik ragihand ku pîlot û bijîşk jî di nav 4 kesên di helîkopterê de can dane û da zanîn, helîkopter dema rabûnê ketiye hewşa nexweşxaneyê.

Hate diyarkirin ku helîkoptera ambulans dema rabûnê li avahiya nexweşxaneyê qelibî ye û ketiye xwarê. Xebatên li cihê bûyerê dewam dikin.

Parve bike: