Li Moskovê teqîn: 3 kesan canê xwe ji dest da
RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku aliyê ji Wezareta Karên Navxweyî ya Rûsyayê ve hat ragihand ku teqîn li Qada Kudrinê li kêleka kafeyekê qewimiye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê karê xwe didomînin û hat piştrastkirin ku di teqînê de sê kesan jiyana xwe ji dest daye û 15 kesên din jî birîndar bûne.
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsî ragihand ku lêpirsînên li cihê bûyerê berdewam dikin û sedema teqînê tê lêkolînkirin.
Meydan ji trafîkê re hatibû girtin
Dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin nîşan dan ku Meydana Kudrîn, cihê ku teqîn lê qewimî, ji ber sedemên ewlehiyê ji trafîkê re hatibû girtin û li herêmê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatibûn girtin.
Li ser Telegramê îdiayeke balkêş
Di heman demê de, hin kanalên Telegramê îdia kirin ku şahiyeke rojbûnê ya ji bo generalekî Rûs li xwaringeheke li herêma ku teqîn lê qewimî, dihat lidarxistin. Lêbelê, ji aliyê rayedarên Rûs ve derbarê vê îdiayê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.