TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Morîtanyayê balafira leskerî ya perwerdê ket: 2 zabit can dan

📅 15 gulan 2024 22:09

PeyamaKurd – Artêşa Morîtanyayê ragihand ku li bajarê Atarê balafira leşkerî ya perwerdê ketiye û di encamê de 2 zabit (subay) mirine. Hat ragihandin ku balafir di encama ariza teknîkî de ketiye.

Artêşa Morîtanyayê got ku balafir ya dibistana Hewagerî ya bajarê Atarê ye û tîpa wê "SF260" e û ya perwerdêye. Ji bo sedem û şertên ketina balafirê lêpirsîn hat destpêkirin.

Parve bike: