TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Mersînê operasyona PKKê hat kirin

📅 30 rêbendan 2019 22:46

PeyamaKurd- Li navçeya Tarsûsê ya bi ser bajarê Mersînê, bi sedema ku propagandeya rêxistina PKK/KCK kirine, bi ser 10 ciyan de di heman demê de girtin û 10 gumanbar hatin binçavkirin.

Operasyon ji aliyê tîmên antîterorê yên Tarsûsê de hat kirin. Sedem jî weha hat nîşandan:

“Propogandakirina rêxistina terorê, li hemberê wezîfedarên giştî diberxwedan, zerardayîna malan û muxalefeta li dijî qanûna meşe û xwepêşandanê.”

Parve bike: