Jiyan
Li Mereşê şer: 3 kes birîndar bûn
Li Afşînê di navbera du koman de pevçûneke bi çek çêbû û di emcamê de 3 kes birîndar bûn, rewşa yekî giran e.
RûpelNews - Li navçeya Afşînê ya Mereşê, nîqaşeke ku ji ber sedemeke nediyar derketibû, veguherî pevçûneke bi çek û di encamê de sê kes birîndar bûn. Tê ragihandin ku rewşa yekî ji birîndaran giran e û lêkolîna polîsan a derbarê bûyerê de berdewam dike.
Bûyer li Kolana Elçîbeyê ya navçeya Afşînê qewimî. Du komên li herêmê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ketin nîqaşê; nîqaş mezin bû û veguherî pevçûneke bi çek.
Kesên bi navên U.M. (29), M.M. (55) û Ö.M. (27) di dema pevçûnê de li beşên cuda yên laşê xwe birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansên ku hatibûn vexwendin bo cihê bûyerê, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Afşînê. Digel ku tê gotin rewşa Ü.M. giran e, tîmên polîsan derbarê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin.