Li Mêrdînê serokekî IYI Partiyê bi 20 kesî ve êrîşî malekî kir
RûpelNews - Bûyer di 13ê Tebaxê de li Taxa Turgut Ozal a navçeya Qoserê pêk hatîye. Li gorî îdiayan, êvarê komeke nêzîkî 20 kesî di nav de xezûrê wî (Serokê Navçeya Qoserê yê IYI Partiyê Fahrettin Cevheroglu), zarokên wî û xizmên din jî hebûn serê mala Muhammed Nakşioglu girtin; kesê ku di têkiliya bi hevjîna xwe re pirsgirêkên wî hebûn.
Piştî nîqaşekê, êrîş li dijî Nakşioglu pêk hat; bûyer ji aliyê kameraya ewlehiyê ya malê ve hate tomarkirin. Dîmen nîşan didin ku kom ji ser deriyê hesinî re derbasî hewşê dibe û êrîşî Nakşioglu dike.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Nakşioglu li nexweşxaneyê tedawî dît û piştre raporeke bijîşkî ya ku êrîşê belge dike, wergirt. Dûv re, ew bi dîmenên kameraya ewlehiyê çû qereqola polîsan da ku gilî û gazincên xwe bi awayekî fermî tomar bike.
Piştî gefan, êrîş pêk hat
Nakşioglu diyar kir ku roja bûyerê, ew û malbata wî rastî gef û heqaretên devkî hatine û da zanîn ku Cevheroglu gotinên wekî "Em ê wî lê bidin; rê bidin me, bila em bigihîjin wî" bikar anîne.
Nakşioglu, yê ku piştî êrîşê bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê, got ku di rapora wî ya bijîşkî de birînên ku bi destwerdaneke hêsan a bijîşkî nayên çareserkirin, hatine tespîtkirin.
Nakşioglu xwest ku tedbîrên pêwîst bên girtin da ku pêşî li bûyereke girantir were girtin.
Fahrettin Cevheroglu di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hatibû destpêkirin de, hate desteserkirin.