Jiyan
Li Mêrdînê şerê bi çekan: Mirî û birîndar hene
Li Mêrdînê di pevçûneke çekdarî de kesek hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.
RûpelNews - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, di navbera du koman de pevçûneke çekdarî derket, ku di encamê de kesek hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.
Li taxa Ersoylu, ji ber sedemên ku hêj ne diyar in, nîqaşeke di navbera du koman de gur bû û veguherî pevçûneke çekdarî.
Piştî agahiyê, tîmên Xizmeta Bijîşkî ya Lezgîn a 112an û polîs ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Di pevçûnê de, H.Ç. (42), Ş.Ç. (53), M.A.S. (30) û M.A.S. (32) birîndar bûn. Birîndar bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin.
Tevî midaxeleya bijîşkî ya li nexweşxaneyê, M.A.S. ê 32 salî nekarî were rizgarkirin. (AA)