TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Meletiyê keça xwendevan xwe ji pencera avahiya razanê avêt jêr û can da

📅 24 adar 2025 23:05

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Battalgaziyê keçekî xwendevan ya bi navê K.S. (20) seet di 21.45an de xwe ji pencera qata 11an ya avahiya razanê ya keçan avêt jêr û giran birîndar bû.

Li ser hînkirina rewşê, K.S. ê bi ambûlansê birin nexweşxanê lê li nexweşxanê can da. Kes nizane sedema xwekuştina keça xwendevan çiye.

Cenazê keçikê birin Tib a Edlî ya bajarê Meletiyê. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Parve bike: