Li Marmarayê du keştî li hev ketin: 10 kes winda ne
RûpelNews - Li gorî daxuyaniyeke ku ji aliyê Parêzgeriya Stenbolê ve hatiye weşandin, bûyer derdora saet 03.00an qewimiye. Keştiya bazirganî ya bi ala Tirkiyeyê 'Alsu', ku ji Kocaeliyê ber bi Alîagayê ve diçû, li 18 mîl başûrê peravên Sîlîvriyê, li keştiya bazirganî ya bi ala Tirkiyeyê 'Tugberk Îmamoğglu' ya ku ji Bendera Îskenderûnê ber bi Eregliyê ve diçû, qelibî.
Operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Piştî agahdarkirinê, hejmareke mezin ji yekîneyên deryayî û helîkopterên parêzvanên peravê yên ji Parêzvaniya Peravê û Fermandariya Parêzvaniya Peravê ya Marmara û Tengavan ber bi herêmê ve hatin şandin.
Nirxandinên destpêkê destnîşan kirin ku zirareke berçav li keştiya bi navê "Alsu" çênebûye. Lêbelê, hat ragihandin ku nekarîn bi keştiya "Tugberk Îmamoglu" an jî bi 10 endamên ekîbê yên li ser keştiyê re têkilî deynin.
Tîm li herêmê lêgerîn û xebatên rizgarkirinê didomînin.