Jiyan
Li Los Angles a Amerîkayê sewat û teqîn: 11 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Los Angeles ê Amerîkayê agir bi navendeke bazirganiyê ket û dema hewldanên vemirandinê de jî teqînek çêbû.
Li gorî zanyariyan, di teqînê de 11 xebatkarên agirkujiyê birîndar bûn.
Fermandariya tîma agirkujiyê ya Los Angelesê ragihand, 230 xebatkar ji bo vemirandina şewatê dixebitin.
Rêveberiya tîma agirkujiyê da xuyakirin ku ji bo dermankirina wan ji bo çareseriya bijîşkî ya birîndarên tîma agirkujiyê beşeke taybet vekirine.