Li Koyê dronek hate xistin
RûpelNews - Kawa Bahramî, Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) û Berpirsê Navenda Pêşmergeyan, ji Rûdawê re got ku dron derdora saet 01.30ê hatiye xistin û li deşta Koyê, di mesafeyeke berbiçav ji deverên niştecîbûnê dûr, ketiye.
Heme Nazif Qedrî, berpirsekî din ê PDK-Îyê her wiha diyar kir ku di şevê de an serê sibê de li herêmên wan ti êrîş an bombebaran pêk nehatiye.
Di vê navberê de, îdiayên derbarê êrîşeke dronê li ser navçeya Şeqlaweya Hewlêrê, derketin holê. Lêbelê, Qeymeqama Navçeya Şeqlaweyê Suwara Ekrem, di daxuyaniyekê de ev îdia red kirin û got, "Li dijî navçeya me ti êrîşeke dronê pêk nehatiye."
Tevî agirbestê ku di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de hatibû ragihandin, navçeya sînorî ya Koyê û bi taybetî Kampa Azadiyê, ku malbatên Pêşmergeyên PDK-Î lê dijîn, berê jî bûne hedefên êrîşên dronan.
Herî dawî, hat ragihandin ku roja pêncşema borî êrîşeke ku pênc dron tê de bûn, li kampê û derdora wê hatibû kirin.