TR KU AR
FB X IG
Tenduristî

Li Koska Spî misk ket hembêza rojnamevanekî û rojev guherî!

📅 02 cotmeh 2019 20:53

PeyamaKurd - Rojnamevanên li hewşa Koşka Spî ya Amerîkayê bûn rastî surprîzekê hatin. Mişkê ku ji ser banê Koşka Spî wer bû, kete hembêza peyamnêrê NBCyê Peter Alexander ku hinek roinamevan jî tirsiyan û xwestin birevin.

Mişkê ku ji ser banê Koşka Spî ket ser hembêza rojnamevan Alexander piştre xwe berdaye jêr û di nav kabloyên mîkrofonên televizyonan de xwe veşartiye.

Mişk piştre jî reviyaye û heta eywana civînên rojnamevanî çûye û piştre jî xwe winda kiriye.

Ev bûyer ji nişka ve ket rojeva Koşka Spî û Amerîkayê. Beriya niha Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser giyanewerên nav Koşka Spî gotibû, ev der tam tingekî rastîn e.

Parve bike: