Tirkiye
Li Kocaeliyê li dijî El Qaideyê operasyon: 5 gumanbar hatin girtin
Li bajarê Kocaeli ya Tirkiyeyê li dijî gumanbarên El Qaîdeyê operasyon hat kirin. Ji 8 gumanbaran 5 kes hatin girtin û şandin girtîgehê.
RûpelNews - Tîmên ji Midûriyeta Polîsê Parêzgehê ya Kocaeliyê lêpirsînek bi mebesta eşkerekirina kiryar û çalakiyên rêxistina terorîst a El Qaîdeyê pêk anîn.
Di çarçoveya vê lêpirsînê de, di 28ê Tebaxê de operasyoneke hevdemî li dijî heşt gumanbaran hat kirin ku hatibûn tespîtkirin di rabirdûyê de di nav rêxistinê de çalak bûne.
Heşt gumanbarên ku di operasyonê de hatibûn girtin, piştî temamkirina prosedurên polîsan di 31ê Tebaxê de radestî rayedarên dadwerî hatin kirin.
Ji gumanbaran 5 kes hatin girtin şandin girtîgehê. 3 gumanbarên din jî bi şertê adlî hatin berdan.