TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Kirwatya proseya hilbijartina seroktiyê dest pê kir

📅 29 berfanbar 2024 11:31

PeyamaKurd – Li Kirwatyayê 3 milyon û 762 hezar û 224 kes diçin ser sindoqan. Dengdana hilbijartinên seroktiyê îro danê sibehê dest pê kir û proseya dengdanê li demjimêr 19:00 bidawî dibe.

Hilbijartina seroktiyê ya Kirwatya ya endama NATOyê piştî hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê pêk tê ku dê serokomarê nû 5 salan li ser kar bimîne.

Rikeberiya hilbijartinan di navbera du namzedan de derbas dibe. Yek jî Serokomarê niha Zoran Milanovic û partiya wî ya Sosyal Demokrat e û namzedê din jî Dragan Primoracê Partiya Yekîtiya Kirwatî ya Demokratîk e.

Dragan Primorac di rapirsiyan de li pêş dixuyê û wekê Donald Trump ê Kirwatyayê tê nasandin.

Parve bike: