TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Kerkûkê tupê gazê yê kargehekê teqiya: 3 kes mirin, 3 jî birîndar bûn

📅 14 gulan 2020 15:34

PeyamaKurd – Li bajarê Kerkûkê, ji ber teqîna tupê gazê yê kargehekê 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Cîgirê berpirsê polîsê Kerkûkê, Elî Muteşer derbarê bûyerê de ragihand, îro danê sibê li taxa Eden ya Kerkûkê, li nanpêjxaneyekê tupê gazê teqiya û agir bi nanpêjxanê û dikanên derdorê ket.

Hat ragihandin ku di encama wê teqînê de, 3 kesan can daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Parve bike: