TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Kerkûkê teqîn: 4 birîndar!

📅 25 adar 2018 09:40

Li nêzîkî walîtiya Kerkûkê tirempêlek hate teqandin. Di teqînê de 4 kes birîndar bûn.

Berdevkê Rêvebiriya Ewlehiyê yê Kerkûk Efrasya Kamil ragihand ku li nêzîkî walîtiya Kerkûkê tirempêlek hatiye teqandin û di wê demê 4 sivîlên ku di wir re derbas dibûn birîndar bûne.

Di derbarê teqînê de hê hûrgilî tam zelal nebûne. Polîsên Kerkûkê xwe gihandin cihê teqînê.

Parve bike: