TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Kerkûkê ser û pevçûn di navbera çekdarên DAISê û milîsên Sîe de derket

📅 12 mijdar 2020 12:30

PeyamaKurd – Li sînorê qeza Xurmatû ya Kerkûkê, şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û milîsên Şîe de derket ûdi encamê de çekdarekî Heşdî Şeibî birîndar bûy.

Li gor zanyariyan, derengê şeva borî li gundê Çerdax a li sînorê qeza Xurmatê di demekî çekdarên DAIŞê mijûlê çandina bombeyan bûn, ji aliyê çekdarên Heşdî Şeibî ve hatin aşkera kirin û gule li wan hate berdan.

Herwiha pişt re şer û pevçûn di navbera Heşdî Şeibî û çekdarên DAIŞê de pêk hat û ji ber wê jî çekdarekî Heşdî Şeibî birîndar bû.

Berdevkê Heşdî Şeibî da zanîn: ‘’Çekdarên DAIŞê piştî wî şerî ber bi cîheke nediyar ve reviyan.’’

Parve bike: