Cîhan
Li Kerkûkê ser û pevçûn: 8 kustî
PeyamaKurd- Li Kurdistanê li başûrê bajarê Kerkûkê di operasyona li dijî DEAŞê de 8 kesên ku ji bo xwekujiyê amadebûn hatin kuştin.
Ragihandina agahiyê ji aliyê rêvebirê polîsê Kerkûkê, ji aliyê Elî Kemal de hat kirin. Operasyon nêzî navçeya Riyadê ku dikeve başûrê bajarê Kerkûkê de hat kirin. Di nava kuştiyan de ji bilî 7 zilamên DEAŞê 1 jinek jî hebû. Di operasyonê de 4 polîs birîndar bûn.