TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Kerkûkê operasyona DAISê: 4 kes hatin desteserkirin

📅 12 nîsan 2023 19:38

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama operasyoneke li ser endamên DAIŞê de, li Kerkûkê 4 DAIŞî hatin desteserkirin.

Li gorî ragihandina Dezgeha Îstixbarata Iraqê, di operasyona ku li Kerkûkê dijî DAIŞê hatiye lidarxistin de, 4 DAIŞî hatine desteserkirin.

Hat diyarkirin ku yek ji wan DAIŞîyan madeyên teqemeniyê vediguhest û yekî din jî li ser rêya Tîgrît û Kerkukê ajokarên kamyonan direvand û dikuşt. 

Parve bike: