Li Kerkûkê hejmara pêketiyên Korona yên Bexdayê derbas kir
PeyamaKurd – Hejmara rojane ya pêketiyên Koronayê li Kerkûkê, ji pêketiyên Bexdayê zêdetir bû.
Li gor Berdevkê Tenduristiya Kerkûkê Dr. Saman Yabe diyar kir, ev çend roj in rêjeya pêketina bi Koronayê, li Kerkûkê gelekî zêde bûye. Kerkûk bi hejmara pêketiyan Bexda derbas kiriyê.
Herwiha Dr. Saman Yabe destnîşan kir, roja 24ê vê mehê li Kerkûkê 469 kes bi Koronayê ketin û li ser asta Iraqê bû yekem. Roja 25ê mehê dîsa Kerkûk yekem bû ji ber ku 465 kes bi Koronayê ketin. Roja 26 mehê jî dîsa Kerkûk yekem bû. Tenê do (27 mehê) Bexda ket pêşiya Kerkûkê, ew jî tenê bi çend pêketiyan, ne zêde. Li Kerkûkê 395 kes pê ketibûn û li Bexdayê jî 405 kes.
Herî dawî Berdevkê Tenduristiya Kerkûkê bang li welatiyan kir, şîretên tenduristiyê bicîh bînin û xemsariyê nekin.