Cîhan
Li Kerkûkê çarsiya Kayseriyê sewitî
PeyamaKurd- Do derengê şevê, li bajarê Kerkûkê li çarşiya Kayseriyê ku tevahiya wê, dukkanên zêr û zîvan bûn, agir pêket û di encamê de bi bihayê 1 mîlyar dolarî zêr bi sedema agir heliya. Agir piştî 6 sietan hat vemirandin. Di şewatê de 67 dukkan bûn weka terrafê.
Niha xwediyên dukkanan xebatê dikin ku wan zêran ji bin enqazê derxin. Di nava dukkanan de li dora 5 ton zêr û mucewherên din hebûn. Ne tenê zêr lê zîv jî di wan dukkanan de hebû. Bihayê 200 hezar dolarî zîv jî bi zêr re heliya.
Belkî meraq tekirin bê bo çi çarşıya Kayseriyê! Di dema Osmaniyan de ev çarşî hatiye avakirin û navê Kayseriyê lêkirine.